.

Pismamo Lyrics

Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j'hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te j'te bî
Çarika minê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l'meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriş e lêxe pismamo lêxe
Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L'pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, dotmama te me
Mi j'te re kil dane çavên belek e
Report lyrics
Wenda (2008)
Ya Erê Ya Na Pismamo Wenda Kennêr Şino Nino Name Pisîk Li Geliyekî Ay Lê Gulê Gelawêj Qefes Havîn î
Top Mehmet Atli Lyrics