.

Bi Min Nekene Lyrics

Bi min nekene

Bi min nekene
Dibe ku rengê min te bide kenandin
Serekî keçel û diranên şikestî
Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin
Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez

Wisa bûm ez, ez wisa bûm
Şervanekî serê çiyan bûm ez

Di nava geliyan, li ser giran bûm ez
Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra

Min yariyên xwe bi zemanan re dikir
Ez bi bazan re difiriyam
Û bi zeviyên geniman re dihejiyam
Bi avên çeman re diherikîm

Bi kaniyan re diteqiyam
Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez

Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez
Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin

Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam
Lê ji bîrneke
Min xwe xelat dabû rojê
Xelateke bê dawî

Nekene û henekê xwe neke
Ji ber ku rûyekî rasiyê me

Rastiyeke ji agir
Wisa bûm ez

Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez

Gotin : Mûsa Elo
Muzîk : Ganî Nar
Report lyrics
Bi Min Nekene (2004)
Bi Te Re Bi Min Nekene Birindarim Doh U İro Me Dilan Serhade Serhad Bi Dil Ez Te Dibinim Ey Salen Buri Qulingo Meyreme