.

Perde Lyrics

Ew perdeya reş û tarî
Ko ji çavên reş û diyarî
Min ji ruwê xwe kişand
Li ber çavê xwe çirand
Avêt paş sed çiyayî
Nava hezar dergayî
Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû şuşt û
Mîkrobên canê xwe bi dermanekî kuşt

Ew kufeyka tûfeylî,ko dil dil de diçirî;
Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir
Li rojên derbasbûyî,li rastiyên kevnara,
Li hevalê neheval cara pêşî silavkir

Ew zingara di mejî,ko mejiyê min dimijî,min bi kêrê
Xeritand û bi agir şewitand û paqijkir; paqijkir serê
Xwe,min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî
Bêgemar; di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar,êdî bi
Dîtina xwe,bi bihîstana xwe bi vana xwe,bi mejî û bi
Rêveçûna xwe jî,ez bûm însanek nû,perestekê oleke nû
û di bajarê dil de min avakir,keleheke nû
Gotin:Qedri Can
Muzik:Ciwan Haco
Report lyrics